Ahlat û Selçuklu bûn şaredariyên destbira

Şaredariya Selçukluya Konyayê û ya Ahlatê bûn şaredariyên destbira.

Ahlat û Selçuklu bûn şaredariyên destbira

Şaredariyên Xelat û Selçûkluya Konyayê bûn şaredariyên destbira. Şaredarê Selçûkluyê Ahmet Pekyatirmaci bi şandeya li gel xwe çûn Ahlatê. Herdu şaredarî bi protokoleke fermî bûn şaredariyên destbira.

Cigirşaredariya Ahlata Bitlisê û Şaredariya Selçûkluya Konyayê bûn şaredariyên destbira.

Şaredarê Selçûklûyê Ahmet Pekyatirmaci ji bo xizmet û xebatan wek şêwirmend hat tayînkirin.

Piştî protokola destbiratiyê hat îmzekirin Şandeya Konyayê li bajarê dîrokî geriya.

Şaredarê Selçukluya Konyayê Ahmet Pekyatirmaci: Em îro li Xelatê ne, ev der paytextê me yê ewil e… Em bi Ahlatê re hevkariyê dikin. Em dixwazin projeyên xweş bi rê ve bibin. Îro ji bo me destpêkek e, em ê bi hev re him xizmetên binesaziyê him jî xizmetên çandî bikin. Me di navbera xwe de protokola destbiratiyê îmze kir.

Şaredaran diyar kir ku wê herdu şaredarî bi hev re projeyên hêja bi rê ve bibin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE