Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (AÎHM) serlêdana ji ber hinceta înşaeta Bendava Ilisuyê ya li Heskîfa navçeya Batmanê zirarê dide mîrata çandî red kir.
Prof. Dr. Oluş Arik, Prof. Dr. Metîn Ahunbay, Dr. Zeynep Ahunbay, Ozcan Yuksek û Murat Cano di 22yê Sibata 2006an serî li dadgeha ku navenda wê Strazburg e dabûn û gotibûn "înşaeta Bendava Ilisuyê ya li Heskîfê wê zirarê bide mîrata çandî" û gilî kirîbûn.
Dadgehê der barê vê gilîkirinê da biryar da û got ev serîlêdan "nayê qebûlkirin", ew ne li gor hikmên Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ye.
AA