Ahmet Altan hat girtin

Ahmet Altanê li ser îtiraza Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê duh êvarê hatibû binçavkirin, hat girtin

Ahmet Altan hat girtin

Ahmet Altanê ji ber doza Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) hatibû berdan û li ser îtiraza Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê duh êvarê hatibû binçavkirin, hat girtin.

Ahmet Altanê ku duh li mala wî ya Goztepeya Kadikoyê hatibû binçavkirin piştî kontrola tenduristiyê biribûn emniyetê.

Ahmet Altan piştî kar û barên wî li emniyetê qediyan sewqî Qesra Edaletê ya Stenbolê ya li Çaglayanê kirin.

Altan li vir derxistin Mehkemeya Cezayê Giran ya 27emîn a Stenbolê. Di rûniştinê da 5 parêzaran Altan temsîl kir.

Lijneya mehkemeyê sûcên şikbar Altan rûyê wî xwendin û der heqê wî da biryara girtinê da.

- Pevajo

Ahmet Altanê ji ber doza Rêxistina Terorê ya Fetullahî bi sûcê "bizanetî endamtiya terorê û alîkariya wê" 10 sal û 6 meh cezayê hepsê hildabû, di 5ê Mijdarê da ji hêla Mehkemeya Cezaya Giran a 26emîn va bi şerta kontrola edlî hatibû berdan.

Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê îtirazê vê biryarê kir û biryar hat dayîn ku ew cardin bê girtin.

Li ser vê biryarê tîmên Midûriya Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê ya Midûriya Ewlehiya Stenbolê duh êvarê Altan li mala wî ya Goztepeya Kadikoyê binçav kiribûn.

AA

Dîroka nûkirinê: 14 Mijdar 2019, 17:33
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE