Ahmet Altan sewqî adliyeyê hat kirin

Ahmet Altanê ji ber doza Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) hatibû berdan û li ser îtiraza Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê duh êvarê hatibû binçavkirin sewqî adliyeyê bû.

Ahmet Altan sewqî adliyeyê hat kirin

 Ahmet Altanê ji ber doza Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) hatibû berdan û li ser îtiraza Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê duh êvarê hatibû binçavkirin sewqî adliyeyê bû.

Altanê ku duh li mala wî ya Goztepeya Kadikoyê hatibû binçavkirin ji kontrola tenduristiyê derbas bû.

Ahmet Altan sewqî Qesra Edaletê ya Stenbolê ya li Çaglayanê hat kirin.

- Pevajo

Ahmet Altanê ji ber doza Rêxistina Terorê ya Fetullahî bi sûcê "bizanetî endamtiya terorê û alîkariya wê" 10 sal û 6 meh cezayê hepsê hildabû, di 5ê Mijdarê da ji hêla Mehkemeya Cezaya Giran a 26emîn va bi şerta kontrola adlî hatibû berdan.

Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê îtirazê vê biryarê kir û biryar hat dayîn ku ew car din bê girtin.

Li ser vê biryarê tîmên Midûriya Şaxa Têkoşîna DIjî Terorê ya Midûriya Ewlehiya Stenbolê duh êvarê Altan li mala wî ya Goztepeya Kadikoyê binçav kirin.

AA

Dîroka nûkirinê: 14 Mijdar 2019, 17:31
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE