AK Partiyê ji bo ku Ehmed Davutoğlu ji partiyê îxrac bike daxwaza xwe şandibû lijneya dîsîplînê. lê beriya qerara AK Partiyê Davutoğlu îstîfa kir.
Ehmed Davutoğlu, îstifaya xwe bi daxuyaniya çapemeniyê eşkere kir.
Davutoğlu di daxuyaniyê de got; ew ji bo avakirina partiyeke nû dixebitin.
Siyasetmedarên din ên ku AK Partiyê îxraca wan jî xwestibû, ligel Ahmet Davutoğlu bûn.