Ajansa Fezayê ya Tirkiyeyê ava bû

Bi Biryarnameya Serokomariyê va biryara li ser avakirina Ajansa Fezayê ya Tirkiyeyê di Rojnameya Fermî da hat weşandin

Ajansa Fezayê ya Tirkiyeyê ava bû

Bi Biryarnameya Serokomariyê va biryara li ser avakirina Ajansa Fezayê ya Tirkiyeyê di Rojnameya Fermî da hat weşandin.

Biryar bi îmzeya Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan va hat weşandin û bi biryarê va usûl û asasên avakirin, wezîfe û rayeyên Ajansa Fezayê ya Tirkiyeyê hatin kifşkirin.

Ajans wê xwedî budçeyeke taybet be û li gor polîtîkayên ku Serokomar kifş dike "Bernameya Fezayê ya Neteweyî" wê were amadekirin.

Lijneya Rêvebirinê ya Ajansa Fezayê ya Tirkiyeyê wê ji 7 endaman pêk were. Lijneya Rêvebirinê wê der heqê Ajansê da biryaran bide û Serokê Ajansê wê wek serokê Lijneya Rêvevbiriyê jî wezîfe bike.

Bi Biryarnameya Serokomariyê va Midûriya Giştî ya Teknolojiyên Hewagerî û Fezayê ku di bin banê Wezareta Gîhandin û Binesaziyê da bû hat girtin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE