AK Partî dê ji bo Serokatiya TBMMyê wek namzed Şentop nîşan bide

"Di çarçoveya îstişareyan da piraniya hevalên me ragihandin dixwazin ku ji bona Serokatiya Meclisê cardin Mustafa Şentop wek namzed nîşan bidin"

AK Partî dê ji bo Serokatiya TBMMyê wek namzed Şentop nîşan bide

 Serokê Koma AK Partiyê Nacî Bostanci ragihand ku ji bona Serokatiya Meclisê wê cardin Mustafa Şentop wek namzed nîşan bidin. 

 Bostanci bi cîgirserokên Koma AK Partiyê ra li Parlementoyê daxuyanî da û diyar kir ku hilbijartinên Serokatiya Parlementoyê nêz bûn.

Bostanci got li gor qanûnê di heyameke qanûndanînê da du hilbijartinên Serokê Parlementoyê tên kirin û behs kir ku 10 roj beriya xilasiya maweya peywirê ya serokê ku ji bo sala yekem û duyem hatiye bilbijartin serlêdanên ji bo namzediya serok tên hildan.

Bostanci bi bîr xist ku piştî hilbijartinên giştî yên dawîn Serokê Parlementoyê Bînalî Yildirim  di hilbijartinên herêmî da ji bo Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê namzed hat nîşandan û ji vê peywira xwe îstifa kir û got ku şûna wî Mustafa Şentop hat hilbijartin.

bostanci diyar kir ku maweya peywira serokê niha dê di 12 tîrmehê da temam bibe ji ber vê namzedên serokatiyê divê heta 2yê tirmehê serî lê bidin.

Bostanci qal kir ku wek AK Partî ji bo hilbijartina serokatiyê bi parlementeran ra hevdîtin kirin û wiha dewam kir: 

"Di çarçoveya van îstişareyan da piraniya hevalên me di mijara hilbijartina namzedê Serokatiya Parlementoyê da ragihandin dixwazin ku Mustafa Şentop wek namzed nîşan bidin. Di encama îstişareyan da Mustafa Şentop di heyama duyemîn da jî wek namzedê Serokê Parlementoyê dê ji aliyê min va ji bo Dîwana Serokatiyê bê ragihandin. Di navbera 2-6ê tîrmehê da serlêdan tên qebûlkirin. Tê payîn ku di navbera 7-11ê tîrmehê da hilbijartin bê kirin. Em dê di 2yê tîrmehê da wek namzed Mustafa Şentop nîşan bidin."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE