AK Partî wê seba grûba xwe serokekî nû hilbijêre

AK Partî wê seba grûba xwe serokekî nû hilbijêre

Di Grûba Meclisê ya AK Partiyê da seba kifşkirina Serokê Grûbê yê nû wê hilbijartin were kirin.

Li gor agahiya ku nûçegihanê AAyê bi dest xist, Grûba AK Partiyê wê di 17ê mijdarê roja çarşemê saet 11.15an da bêyî çapemeniyê bicive.

Di civînê da ji ber ku Serokê Grûba AK Partiyê Nacî Bostanci wê di çarçoveya hilbijartina 2023yan da li Navenda Giştî ya AK Partiyê were wezîfedarkirin, seba kifşkirina Serokê Grûbê yê nû wê li gor bendên Rêziknameya Navxweyî ya Grûbê hilbijartin were kirin. 

Serokkomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan wê roja çarşemê di saet 11.45an da di komcivîna asayî ya heftane da xîtabî partiyiyan bike. Tenê wezîr û parlamenter wê beşdarî civînê bibin û rîayetî rêgeza maske û mesafeyê bikin.


AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE