AK Parti wê bikeve kampê

Kamp wê di 4-5 û 6ê Cotmehê de li Kizilcahamamê bê kirin

AK Parti wê bikeve kampê

AK Parti, wê hema hema bi hemû kadroya xwe ya rêvebiriyê bikeve kampê. 29mîn civîna nirxandin û îstişareyê wê di navbera 4 û 6ê cotmehê de, li Kizilcahamamê bê kirin.

Ak Partî serê Cotmehê wê bikeve kampê.

29mîn civîna nirxandin û îstişareyê wê dîsa li Kizilcahamamê bê kirin.

Wê damezrînêrên AK Partiyê, qademeya sereke, şaxa jinan û ciwanan, Endamên Lijneya Rêvebiriyê, yên Biryara Navendî, yên kabîneyê û parlamenter beşdarî kampê bibin.

Di vekirin û girtina merasîmê de wê Serokkomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyip Erdoğan xeber bide.

Serok Erdogan: deriyê me ji her kesî re vekirine, yên ku bixwazin li bin vî banî xizmetê bikin, ez ji niha ve gazî wan hemûyan dikim.

Di kampa meha Nîsanê de, encama hilbijartina herêmî ya 31ê Adarê hatibû nirxandin.

Di vê kampê de tê plankirin ku zêdetir li ser geşedanên navxweyî, derve û hedefên 2023an bê axaftin.

Alîkarên Serokê Giştî yê AK Partiyê û endamên kabîneyê jî wê derheqê qadên xwe de axaftinan bikin.

Bi koordînasyona Fuat Oktayê Alîkarê Serok, li ser Pergala Hikûmeta Serokatiyê xebat hatibû kirin û ew xebat hatibû dayîn Serok Erdoğan.

Çav li rê ye di vê kampê de jî derheqê vê xebatê de jî axaftin bê kirin.

Dîroka nûkirinê: 04 îlon 2019, 17:49
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE