AK Partiyê biryara Macron şermezar kir

Çelik li ser hesabê xwe yê Twittera medyaya civakî derbarê ku Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron qaşo Roja Bîranîna Qirkirina Ermeniyan îlan kir de daxuyanî dan.

AK Partiyê biryara Macron şermezar kir

Berdevkê AK Partiyê Omer Çelik got, "Em biryara Macron ya ku îdiayên bê mesned ên derbarê bûyerên ku sala 1915a Di Dewleta Osmanî de qewimîn, esas digire, qetiyyen qebûl nakin û bi tundî şermezar dikin."

Çelik li ser hesabê xwe yê Twittera medyaya civakî derbarê ku Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron qaşo Roja Bîranîna Qirkirina Ermeniyan îlan kir de daxuyanî dan.

Çelik cih da van îfadeyan:

"Em biryara Macron ya ku îdiayên bê mesned ên derbarê bûyerên ku sala 1915a Di Dewleta Osmanî de qewimîn, esas digire, qetiyyen qebûl nakin û bi tundî şermezar dikin. Ev gava ku Macron di pênava kêfxweşkirina lobiyên siyasî de avêt, dê bike ku rêya diyalogê bixitime. Fransaya ku di îdiaya rûbirûbûna bi dîrokê re ye, pêdivê berahî bi sûcên mirovî yên li Benîn, Burkîna Faso, Gabon, Gîne, Kamerûn, Morîtanya, Nîjer, Senegal, Tunus û Çad re rûbirû bibe. Heke dixwazê rûbirûbûna dîrokî bike mijara siyasetê, pêdivê bi dîroka welatê xwe re rûbirû bibe."

Dîroka nûkirinê: 07 Çile 2019, 17:59
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE