Akar bi qedemeya fermandariyê ra li sînor derkete kontrolê

Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar bi Orgeneral Yaşar Gulerê Sererkan û qedemeya rêvebirinê ya Artêşa Tirkiyeyê ra Navenda Tevgera Hevpar a Pêş vekir

Akar bi qedemeya fermandariyê ra li sînor derkete kontrolê

Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar bi Orgeneral Yaşar Gulerê Sererkan û qedemeya rêvebirinê ya Artêşa Tirkiyeyê ra Navenda Tevgera Hevpar a Pêş vekir.

Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar bi Orgeneral Yaşar Gulerê Sererkan, Orgeneral Umît Dundarê Fermandarê Hêzên Beja, Oramîral Adnan Ozbalê Fermandarê Hêzên Behrê, Orgeneral Hasan Kuçukakyuzê Fermandarê Hêzên Hewayê ra ji bo li yekîneyên li ser xeta sînorê Sûriyeyê kontrol bikin û lêkolînan bikin hatin Şanliurfayê.

Wezîr Akar, Navenda Tevgera Hevpar a Pêş a ku tê plankirin wê sewq û îdareya operasyona îhtimal heye li hemberî hedefên terorê yên rojhilatê Feratê bê kirin, vekir. Wezîr Akar û qedemeya rêvebirinê ya Artêşa Tirkiyeyê paşê yekîneyên li ser xeta sînorê Sûriyeyê kontrol kirin û der barê xebatan da agahiyên berfireh hildan.

Akar li vê derê axivî û der barê operasyona esmanî ya pençeyê da got, "Bi Plana Operasyona Esmanî ya Pençeyê ku me îro sibehê di saet 4an da dest pê kir va em li terorîstan digerin."

Dîroka nûkirinê: 07 Nîsan 2019, 12:26
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE