Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar û Wezîrê Parastina Federasyona Rûsyayê Sergey Şoygu ji bo tevdîrên seba geşedanên dawîn ên li Îdlibê, kêmkirina rageşiya herêmê û mijarên ewlehiya herêmî bi têlefonê axivîn.
Li gor daxuyaniya ku ji Wezareta Parastina Neteweyî hat dayîn, Wezîr Akar bi hevpîşeyê xwe yê Şoygu ra bi têlefonê axivî.
Di axaftinê da li ser geşedanên dawîn ên li Îdlibê, kêmkirina rageşiya herêmê û mijarên ewlehiya herêmê sekinîn û di çarçoveya mitabaqata ku li Soçiyê hat îmzekirin da ev tevdîr nirxandin.
AA