Akar :Divê ev proje li gorî planan bidome

Ji bo parastinê hewcedariya Tirkiyê bi pergala moşekan a menzîldirêj S-400an heye. Malzemeyên ewil ê wê pergalê jî gihaşt Tirkiyê.

Akar :Divê ev proje li gorî planan bidome

Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusi Akar, Bi Cîgir Wezîrê Parastina Emerîkayê Mark Esper re li ser telefonê axivî. Akar û Esper, teslîmata pergala parastinê ya s-400î û geşedanên li sûriyê nirxandin. Her wiha biryar hat girtin ku ji bo herêma ewle hefta pêş me tavilê heyeteke emerîkî bê enqereyê.

Ji bo parastinê hewcedariya Tirkiyê bi pergala moşekan a menzîldirêj S-400an heye. Malzemeyên ewil ê wê pergalê jî gihaşt Tirkiyê.

Piştî teslîmata S-400î, Cîgir Wezîrê Parastinê yê Emerikayê Mark Esper, agahî da ku wê bi Wezîrê Parastinê ya Neteweyî Hulusi Akar re biaxive.

Ev axaftin jî li gorî seata Tirkiyê di yazdeh û çilê şevê de hat kirin.

Di axaftina Akar û Esper de, teslîmata pergala parastinê ya S-400î û geşedanên li Sûriyê hatin nirxandin.

Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusi Akar got: “pergala parastinê S-400 ne tercîhek e, ew hewcedariyek e.”

Akar, bal kişand ser F-35î jî û got: “Divê ev proje li gorî planan bidome, Tirkiye jî yek ji hevparê vê projeyê ye.”

Her wiha Wezîr diyar kir ku derheqê pirsgirêkên muhtemel ên di nav pergalên F-35 û S-400î de jî dibe ku komeke xebatê yên ku tê de NATO jî hebe bê avakirin.

Akat got ku helwesta Tirkiyê neguheriye û hemû berpirsiyariyên xwe yên derheqê F-35î de tîne cih, bi kirîna S-400î di helwestê de guhertineke stratejîk çênebûye.

Her wiha Akar, diyar kir ku teklîfa kirîna pergala parastinê ya Patriotan de jî hêj tê nirxandin.

Di axaftinê de geşedanên li Sûriyê jî hatin nirxandin.

Akar bal kişand ser Bakurê Sûriyê û got ji bo herêma ewle hêza herî hazir, pêkhatî û guncav Hêzên Çekdar ên Tirkiyê ne.

Her wiha ji bo parastina sînoran jî got:” Tirkiye li hemberî êrîşan mecbûr e ku tevdîrên xwe bigre. Pêşaneya me, parastina gelê me û sînorên me ye. Em nahêlin ku li hêla sînorên me sitargehên rêxistinên terorî hebin.”

Behsa girîngiya diyalogê ya herdu welatan jî hat kirin. Wekî din ji bo herêma ewle ya li Sûriyê wê heyeteke Emerîkî hefteya pêş me tavilê bê Enqereyê.

Dîroka nûkirinê: 13 Tîrmeh 2019, 16:47
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE