Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar digel Sererkan Orgeneral Yaşar Guler û Fermandarên Hêzên Bejahî û Asîmanî, hatin ser sînor û li yekîneyên ser sînor geriyan, paşê derbasî Cihê Fermandeya Taktîkan a Artêşa 2yemîn bûn ku fealiyetên Îdlibê li vê derê tên sewq û îdarekirin.
Akar, Orgeneral Guler, Fermandarê Hêza Bejahî Orgeneral Umît Dundar, Fermandarê Hêza Asîmanî Orgeneral Hasan Kuçukakyuz li ser sînorê Sûriyeyê yekîne ziyaret kirin û der barê herekatê da agahiyên dawîn hildan.
Akar piştî ku li yekîneyan geriya, derbasî Cihê Fermandeya Taktîkan a Artêşa 2yemîn bû ku fealiyetên Îdlibê li vê derê tên sewq û îdarekirin. Akar li vê derê ji Fermandarê Artêşa 2yemîn Korgeneral Sînan Yayla der barê fealiyetên avêtina top û tivingan da agahî hilda.
AA