Akar û fermandaran Tetbîqata Welatê Şîn teqîb kirin

"Bi pêşvabirina tevdîrên pêbaweriyê ji bona têkilî û pêwendiyên dualî yên Yewnanistanê ra baştir bibin em hewl didin."

Akar û fermandaran Tetbîqata Welatê Şîn teqîb kirin

Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar tevî Sererkan Orgeneral Yaşar Guler û fermandarên din Tetbîqata Welatê Şîn ji Balafira Kontrol û Îxbarê ya Esmanî (HÎK) teqîb kir.

Wezîr Akar bi Sererkan Orgeneral Yaşar Guler, Fermandarê Hêzên Bejayî Orgeneral Umît Dundar, Fermandarê Hêzên Behrê Oramîral Adnan Ozbal û Fermandarê Hêzên Esmanî Orgeneral Hasan Kuçukakyuz ra çû cihê Tetbîqata Welatê Şîn a ku li Fermandariya Hêzên Deryayê û li wir hêzên di tetbîqatê da wezîfedar in teqîb kir.

Akar ji rayedaran der barê tetbîqatê da agahî hildan, hin telîmat da wan û paşê bi bêtêlê va bangî kesên di Tetbîqata Welatê Şîn da wezîfdar in kir û ew pîroz kirin.

Akar pesnê Artêşa Tirkiyeyê da û got ev tetbîqat jî bi awayekî serkeftî qediyaye.

Wezîr Akar wiha axivî: "Bi pêşvabirina tevdîrên pêbaweriyê ji bona têkilî û pêwendiyên dualî yên Yewnanistanê ra baştir bibin em hewl didin. Ji bo ku li Ege, Behra Spî û Behra Reş heq û berjewendiyên welat û gelê me bên parastin em xebatên xwe bêkêmasî didomînin."

Piştî ku Balafira Kontrol û Îxbarê ya Esmanî li Dalamanê danî Akar ji wir peya bû, firokeyekê sîwar bû û çû Fermandariya Baregeha Behrê ya Aksazê.

Dîroka nûkirinê: 05 Adar 2019, 17:44
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE