Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar û fermandarên payebilind ên Artêşa Tirkiyeyê hatin navenda herekatê ya li ser xeta sînor ku lê Operasyona Pencik-Pilingê awayek serfirazî tê sewq û îdarekirin.
Tevlî Akar Serokê Serekaniyê Orgeneral Yaşar Guler, Fermandarê Hêzên Bejayî Orgeneral Umît Dundar, Fermandarê Hêzên Hewayî Orgeneral Hasan Kuçukyilmaz û Fermandarê Hêzên Behrê Oramîral Adnan Ozbal hatin Balafirgeha Şerafettîn Elçî ya Şirnexê.
Fermandar li vê derê tevlî wezîr bi helîkoptêrê derbasî Fermandariya Tumena Piyadeya 23emîn bûn û bi fermandarên yekîneyên li ser xeta sînor ra civîn kirin.
Akar û tevlî fermandarên pê ra ji wê derê jî derbasî navenda ser xeta sînor ku lê Operasyona Pencik-Pilingê tê sewq û îdarekirin, bûn.AA