Akar û Güler li Yüksekovayê bûn

Hulusi Akar û Yaşar Güler li Yüksekovayê bi esnafan re axivîn

Akar û Güler li Yüksekovayê  bûn

Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar bi Sererkan Orgeneral Yaşar Güler re li gevera Colemêrgê yekineyên leşkerî kontrol kirin. Paşê çûn cem esnafan. Akar got hemû plan hatin amadekirin, dema ku wext hat em ê gefa ypg’ê xilas bikin. Akar pişt re berê xwe da erziromê. Li wir çû malbata serdesteyê şehîd umut öznütepe.

Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusi Akar bi Sererkan Orgeneral Yaşar Güler re berêvarê gihîşt Colemêrgê.

Akar pêşî çû Qeymeqamiya Geverê û pişt re li sûka navçeyê esnaf ziyaret kir.

Wezîr Akar ewilî çû rawestgeheke texsiyan. Akar bi esnafan re li ber sobayê rûnişt û sohbet kir.

Akar û Gûler paşê derbasî 3yem Fermandariya Tûmenê ya Piyadeyan bûn û li wir lêkolîn kirin.

Hulusi Akar li navenda herekatê derbarê xebatan de agahî girt û got; têkoşîna li dijî terorê bi biryardarî dewam dike.

Akar got em ê kozikên terorê yên li Minbic û rojhilatê Firatê jî bidin ber xwe û wiha pêde çû: “Hêzên Çekdar ên Tirkiyê di vê mijarê de hemû amadehiyên xwe qedandin. Plan hatin çêkirin, amadehî temam in. Di rojên pêş me de dema ku dor hat em ê gefa YPG’ê ji binî ve rakin. Em bes gel û sînorê xwe diparêzin.”

Hulusi Akar piştî Colemêrgê jî çû Erziromê bû.

Wezîr Akar çû serdana malbata serdesteyê şehîd Umut Öznütepe. Ew li Efrînê şehîd ketibû.

Li navçeya Aziziyê, bavê şehîd Yusuf Öznütepe û birayên şehîd Akar û Gûler pêşwazî kirin.

Ji bo şehîd dia kirin. Akar got ew bi salan e ku teror me meşgul dike; em ê vê belaya terorê bi temamî safî bikin.

“Em biryardar in, em ê wan biqedînin. Dewleta Komara Tirkiyê di vê mijarê de biryardar e. Em ê bi dia û baweriya gelê xwe, belaya terorê çareser bikin.”

Dîroka nûkirinê: 21 Çile 2019, 17:12
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE