Akar ji navenda herekatê peyama Rojhilatê Behra Spî da

Akar ji navenda herekatê peyama Rojhilatê Behra Spî da: "Em ne li pey rageşiyê ne bi bawerî, zanist, hiqûqê va li pey heq û menfeatên xwe ne. Kes nikara vê asteng bike."

Akar ji navenda herekatê peyama Rojhilatê Behra Spî da

Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar der barê geşedanên li Rojhilatê Behra Spî da got ku "Yên ji hezaran kîlomêtro dûr va hatine û quretiyê dikin û hewl didin ku rola milyaketên parêzvan bilîzin hene. Qebûl kirina van mimkûn nîne. Ev tên û çawa hatine wisa jî dê biçin."

Akar bi Sererkan Orgeneral Yaşar Guler, Fermandarê Hêzên Bejayê Orgeneral Umît Dundar, Fermandarê Hêzên Behrê Oramîral Adnan Ozbal û Fermandarê Hêzên Asîmanê Orgeneral Hasan Kuçukakyuz ra li Navenda Herekata Asîmanî ya Yekbûyî lêkolîn û kontrol kirin.

Akar li vir xitabî personelan kir û di axaftina xwe da digel mijarên parastin û ewlehiyê der barê geşedanên li Rojhilatê Behra Spî, Ege û Qibrîsê da jî nirxandin kirin.

Wezîrê Parastina Neteweyî der barê geşedanên li Rojhilatê Spî da got ku "Em ne li pey rageşiyê ne bi bawerî, zanist, hiqûqê va li pey heq û menfeatên xwe ne. Kes nikara vê asteng bike."

- "Yên hewl didin rola milyaketê parêzvan bilîzin hene"

Akar got ku "Yên ji hezaran kîlomêtro dûr va hatine û quretiyê dikin û hewl didin ku rola milyaketên parêzvan bilîzin hene. Ev tên û çawa hatine wisa jî dê biçin."

Akar di axaftina xwe da ev gotin:

"Hûn heke ambargoya Qibrîsa Başûr rakin û rabin hevkêşan bi vî awayî xira bikin ev dê ne aştî pevçûnê, ne çareseriyê wê aloziyê bîne."

Wezîrê Parastina Neteweyî Akar got ku "Welatên sêyemîn divê bi eqlêselîm li vê mijarê binêrin. Heke wiha be ev mijar pêkan e bê çareserkirin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE