Akar ji Ozelê CHPyî gilîdar bû

Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar bi hinceta heqaret li şexsê wî hatiye kirin der barê Ozgur Ozelê CHPyî da gilîdar bû û bi bergîdana 500 hezar lireyî jî doza tezmînatê menewî lê vekir

Akar ji Ozelê CHPyî gilîdar bû

Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar ji Cîgirserokê Koma CHPyê Ozgur Ozel bi hinceta ku heqaret li şexsê wî kir gilîdar bû û bi bergîdana 500 hezar lireyî jî doza tezmînatê menewî lê vekir.

Samet Can olgaç û Cîhat Haykir ê ku ji parêzerên Akar in bi daxwaznameya gilîdarbûnê dan Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê û doza tezmînata menewî jî li Dadgeha Cezayê Esliye ya Enqereyê hat vekirin.

Di daxwaznameyê da hat bibîrxistin ku Wezîr Akar di navbera salên 2015 û 2018an da Serokatiya Sererkaniyê kiribû û di 9ê Tîrmeha sala 2018an da piştî teqawîdbûnê jî bi Biryarnameya Serokomariyê wek Wezîrê Parastina Neteweyî yê Tirkiyeyê hat tayînkirin û hê jî li ser karê xwe ye.

Hat ragihandin ku Ozel di 19ê Mijdara 2018an da di bernameyeke têlevizyonê da û di 17ê Berfanbara 2018an da jî di dema xebatên Lijneya Giştî ya Meclisê da heqaretên giran li Akar kiribû.

Di daxwaznameya gilîdarbûnê da hat gotin ku bi bergîdana 500 hezar lireyî tezmînata menewî li Ozel hat vekirin û "şermezarkirina wî" hat xwestin.

Dîroka nûkirinê: 26 Kanûn 2018, 16:11
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE