Akar qedemeya fermandeyê ya Artêşa Tirkiyeyê û Biryargeha Artêşa 2yem ziyaret kir

Akar qedemeya fermandeyê ya Artêşa Tirkiyeyê û Biryargeha Artêşa 2yem ziyaret kir

Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar diyar kir, ji 24ê tîrmeha 2015an vir va 18 hezar û 220, ji 1ê rêbendanê vir va jî 1366 terorîst hatin berterefkirin û wiha dewam kir, "Heta ku terorîstê dawîn neyê berterefkirin, ev têkoşîn wê dewam bike, bira şik û gumana tu kesî ji vê tunebe."

Akar bi Sererkan Orgeneral Yaşar Guler, Fermandarê Hêzên Bejayê Orgeneral Umît Dundar, Fermandarê Hêzên Behrê Oramîral Adnan Ozbal û Fermandarê Hêzên Esmanî Orgeneral Hasan Kuçukakyuz ra Fermandariya Artêşa 2yem ziyaret kir.

Akar bi bîr xist ku ji 24ê tîrmeha 2015an pê va di têkoşîna terorê da pêvajoyeke nû dest pê kir û wiha dewam kir, "Di encama operasyonên ku bi serkeftî hatin kirin da ji 24ê tîrmeha 2015an vir va 18 hezar û 220, ji 1ê rêbendanê vir va jî 1366 terorîst hatin berterefkirin. Heta ku terorîstê dawîn neyê berterefkirin, ev têkoşîn wê dewam bike, bira şik û gumana tu kesî ji vê tunebe."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE