Akar: Rewşeke wisa tune ku mehmetcikan têxin xetereyê

"Hakimiyeta sînoran di destê Mehmetcikê da ye, çi lazim bike dike, bi tevdîrên îlave va wezîfeyê didomîne."

Akar: Rewşeke wisa tune ku mehmetcikan têxin xetereyê

 Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar der barê xbitandina balafirgeha li Efxanistanê da got: "Di rojên pêşiya me da mijarê têkeve rê. Rewşeke wisa tune ku mehmetcikan têxin xetereyê."

Akarê ji bo ziyareta fermî li Pakistanê ye ku li Balyozxaneya Îslamabadê der barê ziyareta xwe da axivî û pirsên çapemeniyê bersivand.

Akar di çarçoveya ziyaretê da bi Serokomarê Pakistanê Arif Alvî, Serokwezîr Îmran Xan, Wezîrê Parastinê Perwez Hattak, Wezîra Parastin û Hilberînê ya Pakistanê Zubeyde Celal û Orgeneral Kamer Cavît ra hat bal hev û ji ber eleqe û mazûvaniya wan spasî kir.

 Wezîr Akar got di hevdîtinan da ew li ser têkiliyên Tirkiye û Pakistanê, hevkariya eskerî, mijarên wek parastin û perwerdeyê axivîne û ji bo ku hevkarî dewam bike mitabiq mane.

- "Rewşeke wisa tune ku mehmetcikan têxin xetereyê"

Akar behsa dostanî û biratiya Tirkiye û Pakistanê kir û der barê xebitandina balafirgeha li Efxanistanê da jî wiha got: "Tê gotin dema balafirgeha li Kabulê bê girtin xebatkarên dîplomasiyê yên li welêt wê vekişin. Em dizanin ku ev ji bo birayên me yên Efxan ne tiştekî baş e. Li gor nêrîna me balafigeh vekirî be baştir e, em vê fikrê parve dikin. Di rojên pêşiya me da mijarê têkeve rê. Rewşeke wisa tune ku mehmetcikan têxin xetereyê."

- "Hakimiyeta sînoran di destê Mehmetcikê da ye"

Akar der barê ewlehiya hidûd da jî wiha got: "Hakimiyeta sînoran di destê Mehmetcikê da ye, çi lazim bike dike, bi tevdîrên îlave va wezîfeyê didomîne. Mehmetcik di van xebatan da bi tenê nîne. Divê ewlehiya hidûd tenê wekî xetek neyê nirxandin. Tevdîr ji sînor dest pê dikin û hetanî herêmên navberê, ciyên kontrolê û navendên bajaran dewam dikin."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE