Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar û Serokê MÎTê Hakan Fîdan çûn Rûsyayê.
Akar û Fîdan bi Sergey Şoyguyê Wezîrê Parastina Federasyona Rûsyayê ra axivîn û wê bi Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn ra bicivin.
Li gor agahiyên nûçegihanê AAyê Akar û Fîdan îro ber destê sibehê çûn Moskovayê.
Li gor agahiyan Akar û Fîdan bi Sergey Şoygu û heyeta wî ra civiyan û mijarên ewlehiya herêmî, rewşa li Sûriyeyê û parastina têkiliyên dualî gotûbêj kirin.
Hat diyarkirin Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar û Serokê MÎTê Hakan Fîdan wê bi Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn ra jî bicivin.AA