Akbankê li Vanê dilê 200 xwendekarî xweş kir

Xwebexşên ku Midûriyeta Herêma Aksarayê ya Akbankê û şaxên girêdayî wê da dixebitin, pêdawîstiyên qirtasiye, amûra muzîkê, cilûberg û çîçik ên 200 xwendekarên li Erdîşa navçeya Vanê anîn cih.

Akbankê li Vanê dilê 200 xwendekarî xweş kir

Xwebexşên ku Midûriyeta Herêma Aksarayê ya Akbankê û şaxên girêdayî wê da dixebitin, pêdawîstiyên qirtasiye, amûra muzîkê, cilûberg û çîçik ên 200 xwendekarên li Erdîşa navçeya Vanê anîn cih.

Xwebexşên ji Akbankê ku hatin Dibistana Navînî ya Tekler Uzumlu ya navçeyê, 105 qolî alavên ku bi xwe ra anîn, li xwendekaran belav kirin.

Xebatkarên Akbankê bi dabînkirina pêdawîstiyên wekî qirtasiye, amûra muzîkê, cilûberg û çîçikan va dilê xwendekaran xweş kirin.

Xwebexşan ji xeynî vê, ji bo laboratuvara teknolojiyê ya dibistanê jî piştgiriya komputerê jî kirin.

Qaymeqam û Wekîlê Şaredarê Erdîşê Nuri Mehmetbeyoglu ku beşdarî merasima belavkirina alavan bû, sipasiya xebatkarên Akbankê kir û wiha xeberda, "Bi projeya berpirsiyariya civakî va we ji rojhilatê memleketê me heya rojavayê memleketê me pira dilan ava kir. Herwiha em gelekî memnûn in ku bi vê wesîleyê va zarokên li navçeya me jî hatin bîra we. Ez sipasiya wan hemû kesan dikim ku bi vê projeyê va nîşan dan ku çi rojhilat çi rojava, welatê me yek e."

Midûrê Herêma Rojhilatê Anadoluyê yê Akbankê Ramazan Yaşar Fettalioglu, Midûrê Herêma Aksarayê Abdullah Yazicilar û xebatkarên Akbankê beşdarî merasimê bûn.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE