Aksu ji bo hin ziyaret û hevdîtinan hat Şirnakê

Aksu fîdanên darê gûz, behîv, zeytûn û fistiqan belav kir û got ewê 40 hezar fîdanên din jî belav bikin û piştgiriyê bidin cotkaran.

Aksu ji bo hin ziyaret û hevdîtinan hat Şirnakê

Alîkarê Wezîrê Çandinî û Daristanê Mustafa Aksu ji bo hin ziyaret û hevdîtinan hat Şirnexê.

Aksu piştî ziyareta Walî Mehmet Aktaş beşdarî merasima belavkirina fîdanan a cotkaran a ku ji hêla Serokatiya Îdareya Pêşketinê ya GAPê va hat lidarxistin bû.

Aksu fîdanên darê gûz, behîv, zeytûn û fistiqan belav kir û got ewê 40 hezar fîdanên din jî belav bikin û piştgiriyê bidin cotkaran.

"Emê Şirnexê bikin navenda heywandariyê"

Aksu behsa merayên ji ber terorê hatibûn girtin, lê niha hatine vekirin kir û wiha axivî: "Bi vekirina merayên me û piştgiriyên me emê înşallah Şirnexê bikin navenda heywandariyê. Wek wezaret em girîngiyê didin hêşînahiyê, xwezayê û belavkirina fîdanan."

Piştî merasimê Aksu çû Navenda Kordînasyona Hilbijartinê ya AK Partiyê û namzedê Şaredar Mehmet Yarka û partiyiyan ra axivî.

Aksu li wir bangî partiyiyan kir û wiha got: "Li Enqereyê deriyê ku Mehmet Yarka lê bixe û venebe tune. Em amade ne ku her cure alîkariyê bidin Şirnexa bajarê çandinî û heywandariyê. Beriya êrîşên terorê nêzîkî 5 milyonan heywanên me hebûn, di êrîşên terorê da cotkarên me mecbur man ku wan bifroşin. Wek dewlet hûnê fermanê bidin, Mehmet Yarka jî wê bike, Mehmet Yarka wê fermanê bide, wek wezaret çi hewce dike emê bikin."

Aksu ji bo Yarka piştgirî xwest û got di 1ê Nîsanê da ew dixwazin wî wek şaredar bibînin.AA

Dîroka nûkirinê: 27 Adar 2019, 17:17
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE