150 aktîvîstên gola Wanê bi bisiklêtan li dora wanê geriyan. Koma aktîvîstan ji bo paqijiya gola Wanê çalakiyan dikin. endamên komê çûn serdana tesîsa parzûna biyolojîk a pêşketî jî.
Aktîvîstên Gola Wanê ji bo paqijiya hawirdora golê çalakiyan dikin.
150 aktîvîst bi bisiklêtên xwe li dora golê geriyan.
Gera komê 7 rojan dewam kir. Endamên komê piştî heft rojan çûn serdana Tesîsa Parzûna Biyolojîk a Pêşketî jî.
Li vê derê ava qirêj dan xebatkarên tesîsê û ava parzînkirî ya paqij standin.
Bi saya vê tesîsê wê ava qirêj a kanalîzasyonên Wanê ji sedî 100 were paqijkirin.