Ali Gaffar Okkan li Diyarbakirê hat bibîranîn

Welatiyan piştî 18 salan qerenfîl danîn ber bîrdarîya wî...

Ali Gaffar Okkan li Diyarbakirê hat bibîranîn

Alî Gaffar Okkan û 5 polîsên ligel wî, di 24ê rêbendana 2001ê de hatibûn şehîdkirin. Midûrê Ewlekarîya Dîyarbekirê piştî şehadeta wî bi 18 salan, li heman deverê hat bibîranîn. dîyarbekirîyan pirr ji gaffar okkan hez dikir û tevî 18 salan jî ew ji bîra gel neçû.

Di 24ê Rêbendana 2001ê de Midûrê Ewlekarîya Amedê Alî Gaffar Okkan û 5 polîsên ligel wî bi xefikekê, li semta Şehîdlîxê hatin şehîdkirin.

Piştî 18 salan xelkê Dîyarbekirê ew jibîr nekir, ji bo wî dia kirin û qerenfîl danîn ber bîrdarîya wî.

Amedîyan zahf ji Alî Gaffar Okkan hez dikir. Loma jî hin welatî hêj fotografên wî di cuzdanên xwe de vedişêrin, hinekan jî navê wî li zar û neviyên xwe kirin. Gava behsa wî tê kirin, gelek kes kelogirî dibin.

Merasîma bibîranîna şehîdan bi xwendina Qurana pîroz û diayan qediya.

Dîroka nûkirinê: 24 Çile 2019, 17:34
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE