Alîkarê Walîyê Gazîentabê Esmer li Babê Eyda Qurbanê pîroz kir

Alîkarê Walîyê Gazîentabê Şenol Esmer, di çarçoveya çalakiyên Eyda Qurbanê de serdana navçeya Babê kir.

Alîkarê Walîyê Gazîentabê Esmer li Babê Eyda Qurbanê pîroz kir

Alîkarê Walîyê Gazîentabê Şenol Esmer, di çarçoveya çalakiyên Eyda Qurbanê de serdana navçeya Babê ya ku bi Operasyona Mertalê Feratê ji terorê hatibû pakkirin kir.

Esmer li Babê beşdarî çalakiya eydaniyê bû ya ku fermandarê Artêşa Azad, endamên meclisa xwecihî û rûsipiyên herêmê lê bûn.

Esmer di merasîmê de axivî û destnîşan kir ku cara duyem e li Babê bernameya eydanîkirinê li dar dixin û got, "Li Babê wê îstiqrar roj bi roj zêde bibe. Bi piştevaniya meclisên xwecihî dê xebat bigihin asteke baştir. Piştî ku ev der azad bû îdî ji asayişê bigire heta çandinî û tendirustiyê ji tapo û nifûsê heta darazê çaksaziyên baş çêbûn."

Piştî axaftinê hêzên asayişê yên ku Tirkiyeyê ew perwerde kiribûn, bi hespan, motorsiklêt û wesayitên zirxdar nimayiş encam dan.

Bab 23yê sibata 2017an bi Operasyona Mertalê Feratê ji terorê hatibû pakkirin.

Dîroka nûkirinê: 22 Tebax 2018, 17:48
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE