Alîkarê Serokê Amerîkayê Pence li Tirkiyeyê ye

Balafira ku Mike Pence tê da bû li Balafirgeha Esenbogayê ya Enqereyê danî

Alîkarê Serokê Amerîkayê Pence li Tirkiyeyê ye

Alîkarê Serokê Amerîkayê Mike Pence ji bo ku der heqê mijara Sûriyeyê da bi Serok Recep Tayyîp Erdogan ra hevdîtinê bike, hat Tirkiyeyê.

Balafira Pence û heyeta pê ra di saet 13.15an da li Balafirgeha Esenbogayê danî. Rayedaran li balafirgehê Pence pêşwazî kir.

Serok Erdogan wê Pence û heyeta pê ra li Kuliyeya Serokkomariyê qebûl bike.

Balafira ku Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê Mike Pompeo û heyeta wî anî Enqereyê jî 45 deqîqe beriya balafira Pence li Enqereyê danî.

Şêwirdarê Ewlehiya Neteweyî ya Qesra Spî Robert O'Brien jî duh hatibû Enqereyê û bi Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu, Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar û Berdevkê Serokkomariyê Îbrahîm Kalin ra hevdîtin kiribû.

AA

Dîroka nûkirinê: 17 Cotmeh 2019, 16:11
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE