Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê Hamza Dag, Dayikên Diyarbekirê yên ku zarokên wan bi xapandin revandine serê çiyê û ew jî bi armanca bigihêjin ewladên xwe li pêş avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê nobetê digirin, ziyaret kir.
Dag û Parlementerên Diyarbekirê yê AK Partiyê Mehdî Eker, Oya Eronat û Ebûbekir Bal, Endamên MKYKê yên AK Partiyê Alaattîn Parlak û Abdurrahman Kurt, Endama MKYKya Baskên Jinan ên Navenda Giştî ya AK Partiyê Suna Ataman û Serokê Bajêr ê AK Partiyê Muhammet Şerîf Aydin jî dayikên ku di dest wan da wêneyên zarokên wan û alayên Tirkiyeyê hebûn, ziyaret kirin.
Di dema sohbetê da dayikan ji endamên heyetê ra qala ewladên xwe kirin û bertek nîşanî HDP û PKKyê dan.
Hamza Dag piştî serdana xwe daxuyanî da rojnamegeran û got ku 251 malbat ji ber terorê di çalakiya rûniştinê da ne û bi bîr xist ku heta niha 33 malbat gihîştin ewladên xwe.
Di berdewamiya axaftina xwe da Dag got: "Înşeallah tevlî 251 malbatî hemû malbatên ku zarokên wan bi navbeynkariya HDPyê tevlî PKKya rêxistina terorê bûne bigihêjin zarokên xwe."
Dag got ku wan li hemberî terorê têkoşîneke baş da û niha mijareke wisa di rojeva welêt da tuneye û got ku ji bo dawî lê bê jî ya ji dest tê dikin.
Di berdewamiya axaftina xwe da Dag destnîşan kir ku ew dixwazin hemû malbat bigihêjin ewladên xwe û di vê mijarê da jî li cem têkoşîna ku dayik didin cî digirin û wan bi tenê nahêlin.
Piştî ziyaretkirinê Dag û tevlî heyeta pê ra bû çûn serdana Waliyê Diyarbekir Munîr Karaloglu û ew li meqamê wî ziyaret kirin.AA