Alîkarê Serokkomar Fuat Oktay ji ber wefata Parlamenterê AK Partiyê yê berê Prof. Dr. Burhan Kuzu peyama sersaxiyê weşand.
Oktay di peyama xwe da wiha got: "Ez bi xemgînî hîn bûm ku Serokê Komîsyona Qanûna Bingehîn a Meclisê yê berê, mamosteyê me yê biqîmet Prof. Dr. Burhan Kuzu wefat kiriye. Rehma Xwedê li mezinê me yê biqîmet be. Serê malbat û eqrebayên wî sax be, ji bo wan sebrê dixwazim."
AA