Alîkarê Serokomar Oktay Budçeya Rêvebiriya Navendî ya 2022yan da nasandin

Fuat Oktay li Kuliyeya Serokomariyê Pêşniyaza Qanûna Budçeya Rêvebiriya Navendî ya 2022yan da nasandin.

Alîkarê Serokomar Oktay Budçeya Rêvebiriya Navendî ya 2022yan da nasandin

Alîkarê Serokomar Fuat Oktay: "Di budçeya 2022yan da armancên neteweyî yên mîna şoreşa pêşketina hêşînahiyê û hewla teknolojiya neteweyî xalên sereke ne."

Fuat Oktay li Kuliyeya Serokomariyê Pêşniyaza Qanûna Budçeya Rêvebiriya Navendî ya 2022yan da nasandin.

Oktay diyar kir Pêşniyaza Qanûna Budçeya Rêvebiriya Navendî ya 2022yan amade ye ku îro ji hêla birêz serokomarê wan va pêşkêşî Meclisê bikin.

Alîkarê Serokomar Oktay destnîşan kir di budçeya 2022yan da armancên neteweyî yên mîna şoreşa pêşketina hêşînahiyê û hewla teknolojiya neteweyî xalên sereke ne.

Oktay destnîşan kir mesrefên budçeya 2022yan trilyonek û 750 milyar û 957 milyon lire, qezenc trilyonek û 472 milyar û 583 milyon lire, ferqa wê 278 milyar û 374 milyon lire tê texmînkirin û wiha got, "Em para mezin ya budçeyê ku ji sedî 15,6 e tevî perwerdeya bilind ji perwerdeyê ra vediqetînin û bi zêdebûneke ji sedî 29,4an derdixin 273,5 milyar lireyî."

Alîkarê Serokomar Oktay destnîşan kir di budçeyê da para tenduristiyê derdixin ji sedî 7an û bi tevahî jî 304,6 milyar lire çavkanî hatiye terxankirin û wiha axivî, "Di budçeyê da çavkaniya ji bona yekeyên ewlehiyê û parastinê di sala 2021ê da 139,7 milyar lire bû, di 2022yan da bi zêdekirineke ji sedî 29,6an 181 milyar lire ye."

Oktay ragihand di budçeya 2022yan da ji bona mesrefên civakî 104,2 milyar lire, ji bona çandiniyê 57,6 milyar lire û alîkariyên reel 68,9 milyar lire çavkanî hatiye terxankirin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE