Alîkarê Serokomar Fuat Oktay ji bo 14ê Adarê Cejna Tibê peyam weşand.
Oktay li ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyam weşand û wiha got, "14ê Adarê Cejna Tibê ya hemû hekîm û xebatkarên me yên tenduristiyê ku canê xwe didin ber çavên xwe û armanca wan tedawîkirina merivan e, pîroz be."
Fuat Oktay di parvekirina xwe da got "Em minetdar in" û wêneyên xebatkarên tenduristiyê yên ku bi pêketiyên vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) ra mijûl in jî parve kirin.AA