Fuat Oktayê Alîkarê Serokomar der barê li Qonyayê kuştina 7 kesên ji heman malbatê da got, "Hin kesên dixwazin yekîtî û bihevrabûna welatê me xirab bikin hewl didin bûyerê di aliyên mayîn da bikişînin, em ji ber van şaş û metel namînin. Em ê tu carê destûrê nedin provokasyonên dijî biratiya xwe."
Oktay li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyanî da ji bo welatiyên di qetlîamê da hatin kuştin got rihma Xwedê li wan be, serxweşî da malbatê û wiha pê da çû:
"Ji bo kujeran bigrin teslîmî edaletê bikin xebat bi baldarî dewam dikin. Hin kesên dixwazin yekîtî û bihevrabûna welatê me xirab bikin hewl didin bûyerê di aliyên mayîn da bikişînin, em ji ber van şaş û metel namînin. Em ê tu carê destûrê nedin provokasyonên dijî biratiya xwe."AA