Alîkarî wê bi hevkariya AFAD û Hîva Sor li erdhejzedeyan bên belavkirin

Walîtiya Bîngolê daxuyand ji ber şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) alîkarî wê bi hevkariya AFAD û Hîva Sor li erdhejzedeyan bên belavkirin

Di daxuyaniya nivîskî ya Walîtiyê da hat gotin piştî ku 3 roj berê li navçeya Karliovayê erdhej çêbû saziyên civakî yên sivîl ji bo erdhejan alîkarî berhev kir.

Hat gotin ew girîngiyê didin hesasiyeta saziyên civakî yên sivîl û daxuyaniyê wiha dewam kir: "Li gor biryara Lijneya Hifzisihhayê ya Bajêr ji ber şewba Kovîd-19yê alîkarî wê bi kordînasyona AFAD û Hîva Sor bên belavkirin. Kincên hatine lixwekirin wê neyên qebûlkirin. Alîkarî bila bigîhîjin Navenda Ragihandinê ya Alîkariyê ya Walîtiya Bîngolê. Em dixwazin bi bîr bixin ku berhevkirina alîkariyê û belavkirina wê di kordînasyona AFAD û Hîva Sor da be."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE