Alîkarê Wezîrê Karên Navxweyî Muhterem Înce dayikên Diyarbekirê ziyaret kir

Alîkarê Wezîrê Karên Navxweyî Muhterem Înce dayikên Diyarbekirê ziyaret kir

Alîkarê Wezîrê Karên Navxweyî Muhterem Înce dayikên Diyarbekirê yên ku ji bo zarokên xwe yên revandine serê çiyê li ber derê avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê çalakiya rûniştinê dikin ziyaret kir.

Çalakiya rûniştinê ya ku dayikên Diyarbekirê yên HDPyê wekî berpirsyarê revandina zarokên xwe dibînin di 3yê îlona 2019an da dabûn destpêkirin di roja 568an da dewam dike.

Alîkarê Wezîr Înce bi Midûrê Giştî yê Ewlehiyê Mehmet Aktaş û Waliyê Diyarbekirê Munîr Karaloglu ra malbatên nobeta ewladan digirin ziyaret kir û yek bi yek bi dê û bavan ra hevdîtin kir.

Malbatan êşa ku ji ber ewladên xwe dikişînin bi Înce ra parve kir.

- "Gelekî baş dizanin ka kî, kengî, li ku ewladên wan revandiye"

Înce daxuyaniyek da rojnamevanan û got ku bi dayikên herî wêrek herî dilêr ên dinyayê ra li ba hev in.

Înce diyar kir ku dayik 568 roj e li vir hest, serpêhatî, doza xwe ya mafdar diqîrin û behs kir ku tekane daxwaza dayikan ewladên wan e. 

Muhterem Înce destnîşan kir ku li dinyayê daxwaza herî mesûm xwestina ewladan e û got ku "Gelekî baş dizanin ka kî, kengî, li ku ewladên wan revandiye. Ji rêxistina terorê ra dibêjin ku 'Ewladên me ji vir hatin revandin û HDPyê ji vir ewladên me revandin û di 13, 14, 15 saliya wan da dema hê zarok bûn ew teslîmî rêxistina terorê kirin."

Înce got ku hin kes 568 roj e naxwazin ku vê daxwaza zarokan bibînin, bibihîzin, li ba wan cî bigirin û got ku "Piştgirên rêxistina terorê, yên ku hem ji hêla siyasetê va hem ji hêla mirov û çavkaniya fînansî va piştgiriyê didinê naxwazin ku vî dengî bibihîzin."

Înce ragihand malbatan got ku "Gergerlîoglu du rojan li Parlementoyê ma, rabûn ser piyan. Em 568 roj e li vir çima me nabihîzin." û ev gotin:

"Em hember vê gazinda mafdar nikarin tiştekî bibêjin. Me silavên Birêz Serokomarê me Birêz Wezîrê me yê Karên Navxweyî ji wan ra anî. Em her tim li ba wan in, em ê ji niha pê va jî li ba wan bin. Me wek dewlet her tim piştgirî da doza wan a mafdar, em ê ji niha pê va jî piştgiriyê bidinê. Înşeallah bi alîkariya Xwedê, hewla me, diayên wan va dê di demeke kurt da bigihêjin ewladên xwe û em ê hemû bi hev ra rojên xweş bibînin."

Muhterem Înce diyar kir hewla ku dayik ji bo gihaştina ewladên xwe didin, dibînin.

Malbatan dirûşmeyên dijî HDPyê berz kirin û bertek nîşanî çalakiya ku CHP, HDP û Omer Faruk Gergerlîogluyê HDPyî ku parlementeriya wî ket dan.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE