Alîkarê Wezîrê Navxweyî Ersoy çû serdana Dayikên Diyarbekirê

Ersoy û Waliyê Diyarbekirê Alî Îhsan Su serdana malbatan kir gul dane wan.

Alîkarê Wezîrê Navxweyî Ersoy çû serdana Dayikên Diyarbekirê

 Alîkarê Wezîrê Navxweyî Mehmet Ersoy serdana Dayikên Diyarbekirê yên bihêviya bigihêjin ewladên xwe yên ku bi xapandin revandine serê çiyê li pêş avahiya Serokatiya Wîlayetê ya HDPê nobeta rûniştinê didomînin, kir.

Malbatên ku zarokên wan hatine revandin, HDPyê wek berpirs dibînin û lewma jî ji 3yê Îlona 2019an vir va li ber avahiya HDPyê çalakiya rûniştinê dikin ku çalakiya wan ket roja 1042yan.

Ersoy û Waliyê Diyarbekirê Alî Îhsan Su serdana malbatan kir gul dane wan.

Malbatan ji Ersoya re behsa revandina zarokên xwe kirin û berteka xwe ya li dijî HDPê û PKKya rêxistina terorê anîn ziman.

Ersoy di axaftina xwe de ya ku li wê derê ji rojnamevanan re kir anî ziman ku vî gelî di erdnîgariya xwe ya zehmet de di nava aramî û ewlekariyê de eyda xwe derbas kiriye, lêbelê ji bo vê yekê jî, bi salan e gel û dewletê berdêlên giran dane.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE