Li Bingölê li gundê Elmalıyê ji bo sêwî û hewcedaran alîkarî hat komkirin. Gundiyan di navbera xwe de hezar kolî hazir kirin û şandin Sûriyê.
Li Bingölê ji bo Sûriyeyiyan kampanyaya alîkariyê hat kirin. Gundiyên Elmalıyê ji bo sêwî û hewcedarên Îdlibî alîkarî kom kir.
Gundiyan hezar kolî amade kirin û li TIRê bar kirin.Di koliyan de betanî, merşik, arvan û gelek cure xurek hebûn.
Gundiyan got em ê ji bo xwişk û birayên xwe, alîkariyên xwe her tim bişînin Sûriyê.