Alîkariya ji bo 149 malbatên li Kagithaneyê

"Ji bo 149 malên ku li Kagithaneyê mexdûr bûn bi tevahî 745 hezar lire çavkanî hat terxankirin"

Alîkariya ji bo 149 malbatên li Kagithaneyê

Wezîra Malbat, Xebat û Xizmetên Civakî Zehra Zumrut Selçukê ragihand ku ji bo 149 malên ji ber hilweşîna bînaya li Kagithaneyê mexdûr bûn, bi tevahî 745 hezar lire çavkanî hat terxankirin.

Selçukê di daxuyaniya xwe ya nivîskî da destnîşan kir ku ji bo 149 malbatên ku li Kagithaneyê ji ber hilweşîna bînayê mexdûr bûn, çavkanî hat terxankirin û wiha got, "Bi rêya Weqfa Alîkarî û Hevkariya Civakî ya Kagithaneyê ji bo 149 malên ku mexdûr bûn bi tevahî 745 hezar lire hat terxankirin."

Selçukê bal kişand ku ew ji nêz va rewşa malbatên ku di bînayên texliyekirî da dijîn dişopînin.

Dîroka nûkirinê: 25 Nîsan 2019, 17:50
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE