Alîkariya ji bo hewcedaran

Ji bo hezar malbatî melzemeyên alîkariyê hatin belavkirin

Alîkariya ji bo hewcedaran

Him di meha remezanê de him jî di şewbê de ji bo kesên hewcedar mexdûr nebin xizmet tên kirin. Li Beytuşşebaba navçeya Şirnakê ji bo hezar malbatên hewcedar, melzemeyên alîkariyê hatin belavkirin. Li Ercişê her roj ji bo 3 hezar û 500 kesî xurek tê belavkirin.

Di rojên şewba koronayê de ji bo kesên hewcedar zêde mexdûr nebin alîkarî tên kirin.

Li Beytuşebaba Şirnakê bi destê şaredarî û qaymeqamiyê ve ji bo hezar malbatên hewcedar melzemeyên alîkariyê hatin belavkirin.

Melzemeyên xwarinê hatin pakêtkirin û wê bigihînin malbatan.

Li Ercişa Vanê aşxaneya Weqfa Alîkariyên Civakî ya Qaymeqamiyê, her roj ji bo 3 hezar û 500 kesî xurek çêdike û belav dike.

Xurek him ji bo kesên hewcedar him jî ji bo welatiyên 65 salî mezintir û nexweşên kronîk tê belavkirin.

Lewra di şewba koronayê de welatiyên 65 salî mezintir nikarin derkevin derve û divê ew neyên jibîrkirin.

Her roj beriya fitarê 3 cure xurek tê belavkirin.

Li Karsê jî ji bo xwendekarên ji ber şewbê nikarin vegerin welatê xwe, bi boneya meha remezanê alîkarî hat kirin.

Weqfa Alîkariya Civakî ji bo 400 xwendekarên li bajêr pakêtên melzemeyên alîkariyê belav kir.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE