Di erdheja 30ê cotmehê ya li Îzmîrê de gelek kesan jiyana xwe ji dest da û zirar gihîşt gelek avahî û welatiyan. Ji bo mexdûrên erdhejê li Van û Sîîrtê xebatên alîkariyê hatin kirin. Di çarçoveya xebatan de heta niha 9 tir amûrên alîkariyê hatin şandin Îzmîrê.
Li Îzmîrê erdhej çêbû û dilê gelê Türkiyeyê şewitî.
Di erdhejê de welatiyên me jiyana xwe ji dest dan û zirar gihîşt gelek avahî û bi hezaran welatiyan..
Piştî erdhejê li hemû bajarên Türkiyeyê kampanya û xebatên alîkariyê hatin destpêkirin.
Her wiha li Van û navçeyên wê jî bi pêşengiya Walîtiyê xebateke alîkariyê hat kirin.
Di çarçoveya xebatê de bi lez û bez 2 tir amûrên alîkariyê hatin berhevkirin û şandin Îzmirê.
Her wiha li Sîîrtê jî xebateke alîkariya ji bo mexdûrên erdhejê hebû.
Li bajêr di demeke kurt de 7 tir alîkarî hatin bervehkirin û ji bo mexdûran hatin birêkirin.
Di nava amûrên alîkariyê de ji xurek û betaniyan bigirin heta cilûbergan gelek tişt hene.
Xebata alîkariyê ya li Sîîrtê ji aliyê Şaxa AFAD’ê ve tê îdarekirin.