Alîkariya ji bo welatiyê xizan

Şaredariya Çaldiranê û Heyva Sor dest bi çêkirina avahiyekê kirin

Alîkariya ji bo welatiyê xizan

Li gundekî Çaldirana Wanê, wexta ekîbên heyva sor melzemeyên alîkariyê belavdikirin, rewşa welatiyekî xizan dîtin. Elî Ayyildiz li maleke xirabe di rewşeke dijwar de dije. Li ser vê yekê şaredariya Çaldiranê û heyva sor ji bo welatiyê xizan dest bi çêkirina avahiyekê kirin.

Li Gundê Kilimliya 30 kîlometre dûrê Çaldiranê û nêzî sînorê Îranê gundiyekî xizan dije.

Wexta ekîbên Heyva Sor li vî gundî melzemeyên alîkariyê belav dikirin, rewşa welatî dîtin.

Li ser vê yekê xeber dan şaredarê Çaldiranê.

Şaredarî û Heyva Sor mil dan hev û ji bo welatiyê xizan Elî Ayyildiz dest bi çêkirina avahiyekê kirin.

Welatî ji bo vê yekê gelek kêfxweş bû.

Şaredarê Çaldiranê wê ji bo tenduristiya welatî jî eleqedar be.

Elî Ayyildiz got ku piştî ew wefat bike mala wî wê wek kursa Quranê bê bikaranîn.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE