Alîkariya ji bo xwendekaran

Li zarokên gundan lepik, kumik, stûmal û pêlîstok belav kirin.

Alîkariya ji bo xwendekaran

Li Igdirê, xwendekarên Dibistana Yüzüncüyilê ji bo zarokan lepik, kumik, stûmal û pêlîstok amade kirin. Mamosteyên dibistanê çûn gund û malzeme li zarokên gundan belav kirin.

Li Bajarokê Melekliya Igdirê, xwendekarên Dibistana Yüzüncüyilê ji bo xwendekarên hewcedar projeyek dan destpêkirin.

Di çarçoveya projeyê de xwendekaran ji bo zarokan lepik, kumik, stûmal û pêlîstok amade kirin.

“Xwendekarên me yên li navendê ji bo zarokên ku li gundan dixwînin gelek tişt berhev kirin. Me jî ev malzeme li zarokan belav kirin. Bi vî awayî zarok nêzîkî hev du dibin.”

Mamosteyên dibistanê cil û bergên zivistanê û pêlîstok birin gund û li zarokan belav kirin.

Mamoste dibêjin wê projeyên me yên bi vî rengî dewam bikin.

Dîroka nûkirinê: 06 Çile 2020, 16:49
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE