Alîkariya ji bo zarokan

Wezareta Ciwaniyê ji bo zarokên sêwî 57 bisîklet şandin Ağrıyê

Alîkariya ji bo zarokan

Wezareta Ciwanî û Sporê ji bo zarokên êtîm û sêwî yên li Agiriyê bisqilêt şandin.

Wezaretê ji bo zarokan 57 bisqilêt bi rê kirin.

Paşê ji bo belavkirina bisqilêtan merasîmek hat lidarxistin.

Wezîrê Ciwanî û Sporê Mehmet Muharrem jî bi telefonê beşdarî merasîmê bû.

Parlamenterê Agiriyê yê AK Partiyê Ekrem Çelebi got,”Bi vê alîkariyê me xwest ku dilê zarokên me xweş bibe.”

Çelebi wiha dewam kir”Me got ji bo pîrozkirina cejnê xelata herî mezin û xweşik bisqilêt e. Wezîrê me yê Spor û Ciwaniyê jî ji bo zarokên sêwî piştgirî da daxwaza me. Bi vê yekê em dixwazin dilê zarokên me geş û xweş bibe.”

Piştî merasîmê 57 bisqilêt yek bi yek dan zarokan.

Dîroka nûkirinê: 15 Tebax 2019, 16:03
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE