Alîkariya ji bo zarokên yemenî

Xwendekaran ji bo piştgiriya zarokên Yemenî kermes vekir

Alîkariya ji bo zarokên yemenî

Xwendekarên dibistana Îmam û Xetîbiyê Îbrahîm Heqî ya Sêrtê ji bo zarokên mexdûr ên li yemenê kermesek vekirin. Pereyê ji kermesê hat, ji bo zarokan şandin yemenê.

Li Sêrtê, ji bo alîkariya zarokên Yemenî kermesek hat lidarxistin.

Xwendekarên dibistana Îmam û Xetîbiyê Îbrahîm Heqqî, ji bo piştgiriya zarokên ku di şer de perîşan bûne, tevî malbatên xwe kermesek vekirin.

Xwarin, vexarin û şîraniyên ku ji malên xwe anîn, li mektebê firotin mêvanan.

Pereyê ji kermesê hat jî, ji bo zarokan bi saya İHH’yê şandin Yemenê.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE