Alîkariya mamosteyê resmê

Mamoste rê nîşan da, xwendekarê jêhatî lîseya hunerê qezenc kir...

Alîkariya mamosteyê resmê

Li Midyadê, mamosteresmê Ahmet Kurt dît ku xwendekarek resman baş çê dike. Mamoste pêşî li dibistanê pişt re jî di kursê de alîkarîya wî kir. Zarok bi xêra piştgiriyê, lîseya hunerê qezenc kir.

Ehmed Kurt li Midyada Mêrdînê mamostetiya resmê dike.

Wî, di nav zarokan de xwendekarek kişf kir ku eleqeya xwe çêkirina resman re heye.

Mamoste pêşî li dibistanê rê nîşanî xwendekarê jêhatî da. Pişt re jî di kursan de, bi dersên taybet xwest ew bi pêş keve.

“Li herêma me gelek zarokên şareza hene. Ji bo ku ji zarokên me re bibe mînak, ez bi Ercan re xebitîm. Înşela di pêşerojê de ji herêmê me gelek hunermend wê rabin.”

Xwendekar Ercan Sönmez bi alîkariya Mamoste Ehmed Lîseya Hunerê ya Midyadê qezenc kir.

Malbata wî ji bo alîkariyê sipasîya mamoste Ehmed dike.

Ercan Sönmez ji bo ku bibe resamekê hêja dixebite.

Dîroka nûkirinê: 11 Tîrmeh 2019, 17:40
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE