Alîkariya pêlav û cil û bergan

Komeleyeke xêr û alîkariyê dilê zarokên sêwî xweş kir.

Alîkariya pêlav û cil û bergan

Komeleya Yedibaşakê ya li Diyarbekirê xêr û xêratên xwe didomîne. Komeleyê beriya cejna remezanê ji sêwî û zarokên hewcedaran re cil û berg kirîn. Ev alîkariya pêlav û cilûbergan dê heta cejnê bidome.

Ji Cejna Remezanê re demeke hindik ma û komeleyên xêrxwaz jî xêr û xêratên xwe didomînin.

Komeleya Yedîbaşakê jî li Diyarbekirê li dehan sêwî û zarokên hewcedaran cilûberg û pêlav belav kirin.

Endamên komeleyê destnîşan kirin ku dê heta cejnê ji 300 zarokî re cilûbergan bikirin.

Komele vê alîkariyê bi saya fitre û zekatên xêrxwazan digihîne hewcedaran.

Malbatên hewcedar ji vê alîkariyê kêfxweş bûn.

Komele dê alîkariya pêlav û cilûbergên zarokan heta cejnê bidomîne.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE