Alîkariya Îtfaiyeya Diyarbekirê

Ekîba agirkujiyê bi hawara mexdûrên erdheja İzmirê de çû

Alîkariya Îtfaiyeya Diyarbekirê

Piştî erdheja Îzmîrê ji gelek bajaran ji bo alîkariyê ekîb hatin şandin cihê erdhejê. Ekîba îtfaiyê ya girêdayî Şaredariya Diyarbekirê jî ji bo alîkariyê çû Îzmîrê.

Li Îzmîrê roja înê bi şîdeta 6 bêhnok 6an erdhejek qewimî, gelek welatiyên me jiyana xwe ji dest dan, 17 avahî hilweşiyan. Xebatên lêgerîn û xilaskirinê jî hêj dewam dikin.

Piştî erdhejê Walîtiya Diyarbekirê ekîbeke agirkujiyê ya girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin şand cihê erdhejê.

Ekîb bi balafira leşkerî hat bajêr. Pişt re bi 2 wesayidên îtfaiye tevlî xebatên xilaskirinê bû.

Midûrê Ekîba Lêgerîn û Xilaskirinê Mehmet Nedim Erik behsa xebatên xilaskirinê kir.

Ew dema ku însanan xilas dikin hin caran xemgîn dibin. Carna jî kêfxweş dibin.

Ekîba Diyarbakirê heta ku xebat bi dawî bibin wê li Îzmîrê be.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE