Alîkarıya wan gihaşt hete Afrîqayê

Xwedenekarên keç ên Îmam Xetîbê li Maliyê bîrek dan vedan

Alîkarıya wan gihaşt hete Afrîqayê

Li Siwerega Rihayê, xwendekarên keç ên îmam xetîbê sala berê ji bo welatiyên Afrîqayî kampanyayek dabûn destpêkirin. Di çarçoveya kampanyayê de bi kermesekê pere berhev kirin. Xwendekaran, bi wî pereyî li Malıyê bîrek dan kolan.

Xwendekarên Îmam Xetîba Yusuf Samiyê par ji bo li Efrîqayê avê derxin bi piştgiriya mamoste û malbatên xwe kampanyayek dabûn destpêkirin.

Di çarçoveya kampanyayê de jî kermesek vekiribûn. Pereyê ku ji kermesê hat bidestxistin bi alîkariya IHH’ê şandin Efrîqaye.

Piştî lêkolînan, li Maliyê li gundê Beblenayê bîrek hat vedan.

Ji bo ku alîkariya wan gihaşt hewcedaran xwendekar pir serbilind in. Dixwazin çalakiyên bi vî rengî dewam bikin.

Dîroka nûkirinê: 07 Çile 2019, 12:50
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE