Amûrên alîkariyê yên ji hêla Heyvasor û AFADê va ku piştî erdhejê hatin amadekirin li balafirên kargoyê yên eskerî hatin barkirin.
Ji AFAD, UMKE, Tîma Agirkujiyê ya Enqereyê û AKUTê nêzî 100 xebatkar û 3 kuçikên lêgerînê bi 4 balafirên eskerî va şandin herêma erdhej lê qewimî.
Hat ragihandin ku tevlî kes û amûrên alîkariyê yên hatin şandin heke hewcedarî çêbibe wê sewqiyatên nû ji bo herêmê bên kirin.