Alîkariyên di meha rehmetê de

Hîvasor rojê xwarinê dide 100 hezar kesî

Alîkariyên di meha rehmetê de

Di meha remezanê de Weqfên alîkariyê çûn hewara kesên hewcedar û belengaz. Dê alîkariyên wan di cejna remezanê de jî bigihê feqîran. Hîvasor dê maske şekir û pêlîstok belav bike. Ihh jî dê li 52 welatan kincê eydaniyê bide 100 hezar êtîmî.

Weqf û dezgehên xêrê ji bona meha remezanê diçin alîkariya kesên hewcedar.

Hîvasor a Tirkiyeyê jî vê mehê erzaq dane 350 hezar malbatî.

Ercan Tan:Li gelek deverên welatê me em gihîştin kesên hewcedar. Me erzaq dan 350 hezar malbatî. Me li aşxaneyên xwe rojê 100 hezar dan xwarin çêkir û belav kir. Heya eyde jî dê ev dewam bike. Em fitre û zekatan digihînin 215 hezar malbatî.

Weqfa alîkariya mirovî Ihh jî dixwaze di meha remezanê de alîkariya milyonek insanî bike.

Durmuş Aydin : weqfa me dixwaze di vê remezanê de bigihê zêdetirê milyonek mirovî. Şikir ji Xwedê re me li 81 bajaran zêdetirê 130 hezar qoliyî xurek û 15 hezar paketên paqijiyê belav kirin. Bihayê qumanyayekê 120 lire ye. welatî dikarin fitre û fidyeyên xwe bidin me û em jî bigihînin kesên hewcedar.

Di cejna remezanê de jî wê xebatên alîkariyê dewam bikin.

Hîvasor wê li welatiyan maske û şekir, li zarokan jî pêlîstokan belav bike.

Ercan Tan: Me ji 100 hezar zarokî re eydanî belav kirin. Ev hêj dewam dike. Em ê diyariyan bidin dora 400 hezar zarokî. Wekî din di eydê de jî surprîzên me hene. Em ê inşallah mal bi mal bigerin û maske û şekir belav bikin. Ji xeynî vê em ê li zarokan jî pêlîstokan belav bikin.

Ihh jî dê hem erzaqan belav bike hem jî dê kincên eydaniyê bide zarokên sêwî.

Ihh Durmuş Aydin: “bayramlik” binivîsin û ji 3072yê re bişînin û 5 lîre bibexşînin ji bo sêwiyan. Bihayê kincê eydaniya zarokekî îsal 150 lîre ye. IHH li 52 welatan dibe spronsorê 100 hezar êtîmî. Ji wan 15 hezar li Tirkiyeyê ne.

Hun jî dikarin bi peyamekê an jî bi fitre û zekatên xwe alîkariya hewcedaran bikin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE